Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Hiso (Rustem Kobanê) û Egîd Keno (Comerd Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. Li aliyê din nasnameya gerîlayekî HPG’ê hate eşkere kirin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Hiso (Rustem Kobanê) û Egîd Keno (Comerd Kobanê) ku li Tebqayê dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn,  bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. Di merasîmê de nasnameya gerîlayekî HPG’ê hate eşkere kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermendarê YPG'ê Ibrahîm Hisên axivî û got: "Bi xwîna şehîdan gelek destkefî hatin bi dest xistin û gelek herêm ji çeteyan hatin rizgar kir. Em soza şopandina rêya şehîdan didin”

Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Elmaz Romî jî axivî banga xwedîderketina şehîdan li welatiyan kir û wiha got; “Jİ  bo avakirina civakek azad û demokrat li ser bingeha rêgeza netewa demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinê û afirandina civakek mînak û layîqî xwîna şehîdan divê em têkoşînê geştir bikin û  bixebitin.”

Piştre wesîqeyên şehadetê  ji aliyên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xwendin û nasnameya gerîlayê HPG’ê Îsmaîl Beşar (Mazlûm Kobanê) ku 17’ê Tebaxê li Colemêrgê şehîd bûbû, hate eşkere kirin.

Cenazeyê şervanên YPG’ê li goristanê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan hatin veşartin.