Cenazeyê 6 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Welatiyên herêma Tebqa û El-Keramê cenazeyê 6 şervanên QSD’ê ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, bi merasîman li Tebqa û Reqayê veşartin.

Cenazeyê 6 şervanên QSD’ê ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, bi merasîman li Tebqa û Reqayê hatin veşartin.

TEBQA

Welatiyên herêma Tebqayê, El-Cirniyê û El-Mensûra cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Tebqa ji nexweşxaneya Watanî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Îbrahîm, hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê axivîn û gotin; “Bi saya fedakariya şehîdan welatî bi azad û bi rûmet dijîn.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Tebqa li goristanê veşartin.

REQA

Welatiyên herêma El-Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Receb ( Kawa), Fewaz El-Kelah (Cûdî), Ebid El-Îbrahîm (Dijwar), Abdullah Kerem ( Ebûd El-Debax) û Îbrahîm El-Şewan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin.

Welatî ji bo wergirtina cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan li qada Selamê kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin bi karwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatine xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê El-Cedîdat li rojhilatê gundewarê Reqayê ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Meter El-Ceşîl û fermendarê QSD`ê Hîwa Sefih axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku şehîdan ji bo azadiya gelê Sûriyeyê canê xwe yê pak feda kiriye. Her wiha hate destnîşankirin ku bi saya fedakariyên şehîdan hindek maye ku serkeftina dîrokî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser terora cîhanê were ragihandin.

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.