Li Îdlibê rêze teqîn: Herî kêm 15 kes mirin-NÛ BÛ

Li Îdlibê ya ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirkiyeyê de ye du teqîn çêbûn û herî kêm 15 kes mirin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li bajarê Îdlibê du teqîn çêbûn. Têkildarî teqînan agahiyên zelal bi dest neketin.

Hate ragihandin ku di teqînê herî kêm 15 kes mirin e û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn. Îdlib di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şam de ye, ya ku rejîma Tirk piştgirya wan dike.

Li aliyê din li herêmê komên çeteyên yên dewlet a rejîma Enqereyê rasterast çekan dide wan û şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hene.