Şehîdê Bagera Cizîrê bi merasîmekê hatin veşartin

Li bajarê Hesekê bi tevlîbûna gel û merasîmekê cenazeyên 5 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin.

cenazeyên şervanên QSD`ê Mihêdî El-Ebid (Baran Hesekê), Ebdulxaliq Boba (Alan Rojava), Mahî El-Elî ( Dijwar Hesekê), Ehmed El-Umer (Qiwetlî Hesekê) û Macid Hisên ( Rodî Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin girtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi dqeyek rêzgirtina ji aliyê şervanên QSD’ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftin, jiyana azad û rûmetê hate dayîn.

Dîsa di merasîmê de li ser navê Hêzên Leşkerî Birûs Hesen axivî û destnîşan kir ku şehîd minareyên azadiyê ne. Şerê terorê kirin û bûn lehengên neteweya demokratîk.

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Abdullah jî got: "Şehîd di bîra me de zindî ne. Serkeftinên hatin bi destxistin berhemên keda wan in.”

Di merasîmê de malbatên şehîdan axivîn û soza berdewankirina şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar bi dirûşim û tilîliyan hatin veşartin.