Li Şehbayê ji bo 19 şehîdên Efrînê merasîm hate lidarxistin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo 19 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Îso axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got; “Gelê Efrînê ya berxwedêr dema em dibêjin ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ tê weteya ku em soz didin Rêber Apo.”

Ji Kantona Kobanê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşê Efendî axivî û got; “Em nabêjin Efrînê ket ji ber ku heyanî niha çalakî û berxwedan di wir de tê kirin ji ber wê em dibêjin Efrîn azad e û wê azad bimîne, heyanî zarokên me di çepera şer de li ber xwe didin wê Efrînê azad bimîne.”

Eyşê Efendî bi domdarî got; “Di dîroka Emerîkayê de ti carî hikûmeta ji hevdu neketibû lê belê me hİşt ku wezîra parastinê ya Emerîkayê ji karê xwe derkeve ji ber vê yekê ku me zanî em Kurd dinyayê dihejînin.”

Li ser navê herêma Şehba jî Nûrî Wilo axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi dirûşme û tilîliyên dayikan bi dawî bû.