Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê hatin veşartin

Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemet Nayîf El-Hemed, Ehmed Casim El-Hisên û Fûad Hirêş ên di Pêngav Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Şehîdgeha Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê hatin veşartin.

welatiyên bajarokê Bisêra û gundên wê cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nayîf El-Hemed, Ehmed Casim El-Hisên û Fûad Hirêş ên ku 9‘ê Sibatê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Tirbespiyê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em bejna xwe li ber giyanên şehîdên leheng ditewînin, şehîd mişaleya têkoşîn û berxwedanê ne."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama meclîsê Suha Mihemed jî axivî û got: "Şehîd sembola fedayîtiyê ne. Wan ji bo jiyaneke bi azad û rûmet giyanên xwe feda kirin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Di merasîmê de nasnameya şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd Tebhan, Abdullah El-Mutleg, Malik Salih, Ebdulqadir El-Elî û Ebdulrezaq El-Tamê ku di 19‘ê Sibatê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Emîn El-Hemada ku 26‘ê Mijdara 2018‘an di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn eşkere kir.

Cenzeyê her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.