YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên 13-14’ê Sibatê şehîd bibûn eşkere kir.

YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şervanê wan Ebdullah Til Temir 14’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê li gundê Boxaza Jorîn û şervanên wan Egîd Cîlo jî li Qamişlo di encam qezayeke trafîkê de 13’ê Sibatê şehîd bûne.

YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû Kurdistaniyan re xwest.

YPG’ê li ser şehîdbûna şervanên xwe ev agahî da:

“Şerê Tunekirina Terorê a çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca tunekirina terorê ya DAÎŞ’ê li herêma Dêrê Zorê hatibû destpêkirin ber bi dawîbûyînê ve diçe.

Di vê çarçoveyê de; 14’ê Sibatê li gundê Baxoza Jorîn di operasyonên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû lidar xistin de derbên giran li çeteyan hat dayîn. Di vê operasyonan de rêhevalê me Ebdulah piştî bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Ebdulah Til Temir

Nav û Paşnav: Elî El Ehmed

Navê Dayikê: Tayibe

Navê Bav: Ebud

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 14’ê Sibatê 2019

Hevalê me Egîd ku li Qamişloyê li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê di roja 13’ê Sibatê gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Egîd Cîlo

Nav û Paşnav: Metîn Çîftçî

Navê Dayikê: Şemsîxan

Navê Bav: Osman

Cihê Ji Dayikbûnê: Êlih

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 13’ê Sibatê 2019

Em serî de her du malbatên hevalên me yên şehîd re û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalên me yên Ebdulah û Egîd de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin.”