Li Hesekê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Til Temirê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî El-Ehmed (Abdullah Temir) û şervanê QSD’ê Mihemed Emîn Ebdulqadir (Egîd Til Temir) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî El-Ehmed (Abdullah Temir) ku 14’ê Sibatê û şervanê QSD’ê Mihemed Emîn Ebdulqadir (Egîd Til Temir) ku 10’ê Sibatê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hevserokê Dewetay Karûbarên Civakî Mihemed Hesen Ebûd axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin. Piştre Nasnameya şehadetê ya şehîdan hatin xwendin û radestî malabtên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.