PDK’ê beşdarvanên ji bo Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn asteng kir

PDK’ê destûr neda ku heyeta ji Başûrê Kurdistanê beşdarî Konferana Ciwanên Rojhilata Navîn a li Kantona Kobanê ya Rojava were lidarxistin.

Tê payîn ku 20’ê Sibatê li Kobanê wê 2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn were lidarxistin. Heyeta ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî konferansê bibe ji aliyê PDK’ê ve hate asteng kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê rê neda ciwanên Başûrê Kurdistanê ku derbasî Rojava bibin da ku beşdarî Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ber Deriyê Sêmalkayê kom bûn û bi daxuyaniyekê astengkirina heyetê ya ji aliyê PDK’ê ve protesto kir.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebira Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Arjîn Melek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî ciwanên Rojhilata Navîn ji beriya 6 mehan ve em amadekariyên lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dikin, ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin, ji ber ku navenda şoreş û serkeftina îradeya gelan e.  Konferans wê 20‘ê Sibatê bi armanca yekîtiya vîna ciwanan li hemberî êrîş û zihniyeta faşîmê, were lidarxistin.

Pêngava Serî Hildin a li hemberî dîktatoriyê bi taybet li Rojhilata Navîn berdewam e. Bi însyatîfa Ciwanên  Bakur û Rojhilata em bi hemû rêxistinên ciwanan re di nava têkiliyan de ne da ku Konferansa xwe ya Duyemîn li dar bixin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi serkêşiya PDK‘ê ku xizmeta Tirkiyê dike, li hemberî îradeya gelan disekine, îro careke din îspat kir ku yekîtiya refa Kurdî asteng dike. Heger hikûmeta herêma Kurdistanê derbasbûna ciwanên Başûr asteng bike jî em ê konferansa xwe li dar bixin, ji ber dewletên dîktator armancên wan yekîtiya ciwanan asteng bikin e."

Piştî daxuyaniyê dirÛşmeyên şermezarkirina PDK’ê hate berz kirin.