HRE: Şervan Elo yê 21'ê Adarê birîndar bû şehîd bû

HRE'yê ragihand, şervanê wan Xalid Elo bi nasnav Efrîn ê 21'ê Adarê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de birîndar bû di 31'ê Adarê de şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Efrîn (Xalid Elo) ku duh şehîd bûye, eşkere kir.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hevrêyê me Efrîn di 21’ê Adarê 2020’an de di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de birîndar bûbû, lê belê piştî ku birîndar bû, ruxmî hemû hewldan û destwerdanê jî di 31’ê Adarê 2020’an de şehîd ket.

Hevrê Efrîn, di nav malbateke welatparêz de li bajarê Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tev li refên me bû. Li hember dagirkeriya li Efrînê, hêrs û kîneke mezin di dilê xwe de dihewand û heta hênaseya xwe ya dawîn jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Efrîn, berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe wergirtibûn, bi biryardarî bi cîh anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Efrîn

Nav û Paşnav: Xalid Elo

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 31 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Efrîn de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."