Di bomberdûmana li ser Til Temirê de sivîlek birîndar bû

Rejîma Tirk gundên girêdayî Til Temirê bombe kir. Di êrîşê de sivîlek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên êvarî de gundên girêdayî Til Temirê dan ber topan.

Di êrîşê de Xalid Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Um El Kêf birîndar bû.

Birîndarê li Nexwexaneya Gel a Hesekê tê dermankirin hate ragihandin ku xeterî li ser jiyana wî tine.

Dayika Xalid Mihemde Fatim Ziyad a ji ANHA’yê re axivî got: “Saet derdora 12‘an de artêşa Tirk a dagirker gundê me Um El-Kêf topbaran kir. Parçeyên topan li lingê kurê min ket, me yekser ew anî nexweşxaneyê."

Fatima bi domdarî got: "Artêşa Tirk a dagirker hema bêje rojane gundê me topbaran dike, malên sivîlan dike. Em nizanin çi ji me dixwaze."

Di êrîşa li ser Um El Kêf de xeta avê hatibû teqandin. Ev şebeka avê ji bo Hesekê, Şedatê û Til Temir av dabîn dikir.

Di êrîşa 1’ê Nîsanê ya rejîma Tirk a li ser gundê Rebîat a Zirganê de 4 sivîl birîndar bûbûn.