'Tirkan xwest ku êşkence were zêdekirin'

Çeteya Cephet El Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'iyan êşkence li Kurdên zindanê da kirin.

A.H ku ku ji hêla çeteya Cephet El Şamiye ya bi ser dewleta Tirk ve du caran rehîn hatî girtin û bi fîdyeyê hatî berdan beriya bi du mehan reviya Şehbayê. A.H ku ji Erebên Ezazê ye hovîtiya li girtîgeha bi kontrola çeteyan vegot.

A.H 2016ân bi îdîaya ku ''Li Efrînê têkilî YPG'ê dibe' ji hêla çeteya Cephet El Şamiye ve rehîn tê girtin. Piştî ku li Ezazê nêzî salekê girtî dimîne 1'ê Çile ya 2018'an di ber 4 hezar dolar de tê berdan. Piştî ku tê berdan bi demke kurt eynî çete dîsa wî digirin û dibin zindana li kampa Şîmşarê. Li vir wî dibin zindaneke ku zeytûn lê têne eciqandin.  Piştî ku Efrîn hate dagirkirin Kurdan tînin vir.

PIR GIRAN Û KIRÊT BÛ

A.H got piştî ku sivîlan digirin dibêjine wan a hûn ê pereyan bidin û werin berdan an jî hûn ê li vir werin jibîrkirin. A.H got, ''Li zindanê DAÎŞ'î, Kurd û Ereb hebûn. Tiştek bi DAÎŞ'iyan nedikirin. Digotin ew misilman in. Êşkence li me dikirin. Nexasim êşkence li Kurdan dikirin û yên ku bi Rêveberiya Xweser re têkil dibûn. Heta ku ji hiş diçûn elektrîk didan wan. Bi cilêtê laşê wan diqelaştin û xwê pê de werdikirin. Ew birçî dihiştin.''

TIRKAN ÊŞKENCE ZÊDE KIRIN

A.H dibêje piştî ku li vê zindanê 5 mehan dimîne endamên artêşa Tirk têne wir, bi fermana wan êşkenceya li ser Kurdan tê zêdekirin. A.H got qet bela xwe di DAÎŞ'iyan nedidan lê digotin, ''Li ser Kurdan bijd3inin, êşkenceyê zêde bikin.'' A. H got piştî demekê endamên MÎT'ê hatine û domand, ''Em birin zindana li Hawar Kilîsê û li wir dîsa rapirsîna me kirin. Zindana Hawar Kilîs li Tirkiyê bû. Kurdên ku bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk re têkildar bûn careke dî venegeriyan.''

DAÎŞ'IYAN ÊŞKENCE DIKIRIN

A.H her wiha got li Ezazê dema ku li zindanê bû bi destê DAÎŞ'iyan êşkence li Kurdan dihate kirin û got, ''Min dît ku midûrê zindanê teklîfa dida DAÎŞ'iyan ku êşkenceyê li me bike. Kesek hebû. Navê wî Hîkmet bû. Dema pêvajoya Rêveberiya Xweser a Demokratîk dadgerî kiribû. Midûrê zindanê her roj bi DAÎŞ'iyan êşkence pê dida kirin. Jixwe zengîn û Kurd bi gotina, ''têkiliya te bi PKK'ê re heye'' digirtin û fîdye dixwestin. Li Ezazê konçaleke firehhebû. Ên ku dikuştin û bi êşkencê dikuştin davêtin vir. Yên ku kesî wan nebû digotinê, ''rahêje eşyayên xwe û were'. Piştre me dibihîst ku ew hatiye kuştin.

ENDAMÊN ÇETEYAN VEDIGOTIN

Bi berdewamî got: ''Piştî ku bi pereyan hatim berdan bi demekê ez birim girtîgeha polîsan a Ezazê. 6 mehan li wir mam. Li wir  endamên 'OSO' yên ku dizî dikirin dihatin girtin. Digotin bê ka çawa ji bo perean zengîn, Kurd direvandin û gelek zindanên wan hebûne ku ew lê digirtin. Mînak endamekî OSO hebû yê ku min ew nas dikir û ji Mareliyê bû. Carekî wî gote min li Efrînê bav û kurek girtine û ciwan bi êşkenceyê kuştine. Got êşkence li bav nekirine lê jê re negotine ku kurê wî kuştine jî.''

DAÎŞ'Î DERDIXISTIN Û BI KAR DIANÎN

A.H her wiha got Cephet El Şamiya DAÎŞ'iyên 'girtî' jî bi kar dianîn û got,''DAÎŞ'iyê ji Ukraynayê piştî demekê bû zêrvanê fermandarê Cephet El Şamiye Ebû Elî Sîco. Ez ji 10'an zêdetir DAÎŞ'iyan nas dikim, nihabi Ebû Elî Sîco re dixebitin. Li vê kampê perwerdehiya leşkerî didan. Ez van baş nas dikim. Alîkarê Sîco Şêx Hatim DAÎŞ'iyekî ji Efganîstanê û Pakîstanê ji bo ku tevlî nav dagirkirina Efrînê bike derxist. DAÎŞ'iyekî ku piştre ketî girtîgehê ev ji min re got.

A.H ku 3,5 salan di destê çeteyên El Şamiye de rehîn mayî piştî ku 10 hezar dolar fîde da hate berdan.