Li Eyn Îsayê dewriyeyên li dijî vîrûsa koronayê

Yekîneyên ewlekariyê yên li Eyn Îsayê, têkildarî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li dewriyeyê digerin. Yekîneyên ewlekariyê ji bo tenduristiya gel 24 saetan kar dikin.

Li Eyn Îsayê Asayîşê, yekîneyên Hawarî û Trafîkê ji ber vîrûsa koronayê ketin û derketina ji bajêr, sûka bajêr û kolanên wê kontrol kirin û dewriyeyên xwe zêde kirin. Yekîneyan diyar kirin ku ew 24 saetan li ser wezîfeya xwe ne. Li nuqteyên Asayîşê bi zimanê Erebî nivîsên "Em ji bo we li vir in, tenduristiya xwe biparêzin" û "Li malê bimînin, tenduristiya xwe biparêze" hatin daliqandin.

'EV DER HERÊMA HESAS E'

Endamê Asayîşa Eyn Îsayê Muslum Reşo got, "Ev der herêmeke hesas e. Xeta eniyê ye. Divê gelê me hay ji tenduristiya xwe hebe. Em jî ji bo vê li vir in. Daxwaza me ji gelê me ew e ku ji mala xwe dernekevin. Heta ku ev vîrûs bi dawî bû bila bi me re bibin alîkar."

'DIVÊ EM PÊŞÎ LI BELAVBÛNÊ BIGIRIN'

Endamê Asayîşê Mehmet Şêx Hesen destnîşan kir ku ew biryarên rêveberiya xweser bi cih tînin û got, "Di çarçoveya biryaran de em kontrolê dikin. Berê wezîfeyeke me hebû, niha bûye du wezîfe. Em ji ewlekarî û tenduristiya gelê xwe berpirsyar in. Divê em pêşî li belavbûna vîrûsê bigirin. Nehêlin ku hîn bêhtir bandorê bike. Ji bo elwekariya gelê xwe û xwe em li vir in."

'BILA GELÊ ME DERNEKEVE DERVE'

Ji rêveberiya Hawarî Çiyager Hiso jî got, "Ji bo ewlekariya gelê me li bajarê xwe, çi pêwîst be, ji bo wê em 24 saetan li dewriyeyê digerin. Niha jî gefa vîrûsê li ser gelê me heye. Ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê em li dewriyeyê digerin. Ji bo em gelê xwe ji vîrûsê biparêzin û pêşî li vîrûsê bigirin em dixebitin. Bila gelê me di vê mijarê de hişyar be, dernekeve derve."

'LI NAVA MALA XWE JÎ BALDAR BIN'

Endamê Hawarî Hemet jî got, "Ji bo pêşîgirtina li vê nexweşiyê em li nava sûkê, li taxan, li kolanan bi şev û roj li dewriyeyê digerin. Em ji gelê xwe dixwazin ku li nava malê jî hay j tenduristiya xwe, zarokên xwe, malbat û hezkiriyên xwe hebe. Ji bo vê em wezîfeyê dikin, em bi gelê xwe re ne."