Dewleta Tirk pêşî av û niha jî elektrîk ji ser Til Temirê qut kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser gundê Um el Kef a Til Temir, şebekeya elektrîkê kire hedef.

Li gorî agahiyên ku hatine standin rejîma Tirk derengiya şevê êrîş bire ser gundê Um El Kêf.

Dewleta Tirk bi topan êrîş anî, vê carê stesyona elektrîkê kire hedef. Bi êrîşê re elektrîka Til Temir qut bû.

2'yê Nîsanê jî dewleta Tirk êrîş biribû ser eynî gundî û li xata avê dabû, borî teqandibûn.  Ji xeta boriyê av diçû ser Hesekê, Şedadê û Til Temir.

Rejîma Tirk ji navenda belavkirina avê ya Elûkê ya nêzî Serêkaniyê ku dewleta Tirk ew dever dagir kiriye, ava ku diçe ser qada Rêveberiya Xweser qut kiribû.

Fona Alîkariya bi Zarokan re (Unîcef) a Neteweyên Yekbûyî got qutkirina avê di serî de ji bo zarokan û jinan, ji bo gelê herêmê rîsekek mezin e û gotibû, ''nayê qebûlkirin.''