YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ye şehîd eşkere kir

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Tolhildan Xwînrêj (Abdullah Kûtlû) ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê wisa ye:

“Hevrêyê me Tolhildan Xwînrej, di 11’ê Adara 2020’an de li bajarê Qamişlo di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû.

Hevrê Tolhildan, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûbû. Di demekê de ku li hemberî şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê çêdibûn de bi rihê seferberiyê tev li nav refên me bû. Hevrê Tolhildan, kêlî bi kêlî xwe fedayî têkoşîna me ya azadiyê kir. Ji roja yekemîn ku di nava refên şoreşê de cihê xwe girt û heya niha ji her erka ku girt ser milê xwe, bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanekî berxwedêr ê têkoşînê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Tolhildan Xwînrej

Nav û Paşnav: Abdûllah Kûtlû

Navê Dayikê: Hediye

Navê Bav: Sabrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 11’ê Adara 2020’an.

Em di şexsê hevrê Tolhildan Xwînrej de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”