Dagîrkeran êrîşî gundên Minbicê kirin: Birîndar hene

Çeteyên dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku sivîlên birîndar hene.

Çeteyên dagîrkerên dewleta Tirk, gundên El Seyade, El Dendeniyê û Um Edse El Farat yên li Bakurê Rojavayê Minbicê bombe kirin. Hate diyarkirin ku sivîl birîndar bûne.

Di êrîşa duh a dagirkeran li ser Minbicê de li mala ku top lê hatî hedefgirtin zaroka 6 salî ya bi navê Yasemîn Hisên El Hecî hatibû qetilkirin, dayîka wê Emîna Îbrahîm û bavê wê Hisên Abdulhacî jî giran birîndar bibûn.