TEV-DEM: 4‘ê Nîsanê ji bo gelan serdemeke nûjen e

TEV-DEM, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir û got: "Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da. TEV-DEM‘ê 4‘ê Nîsanê rojbûna pîroz kir.

‘GIRTÎGEH VEGUHERANDIYE KANIYA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ’

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de ev got: “Em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin, jiyana Ocalan bi bûyerên şoreşgerî û exlaqî tijî û dagirtî ye. Xizmeta civak û mirovahiyê dike. Rêber Abdullah Ocalan ev 21 sal in dîlgirtiye, di girtîgeha Îmraliyê de mercên herî dijwar dijî. Rêber girtîgeh veguherand kaniya berxwedan, têkoşîn û afirandinê. Di parêznameyên xwe de behsa dîroka mirovahiyê ya beriya 5 hezar sal heta roja me ya îro dike, ji bo ku bighêje çareseriyeke guncaw ji hemû pirsigrêkên mirovahiyê û civaka navdewletî, rû bi rû re bi belavbûna Koronavîrusê re.

‘ROJBÛNA DI ASTA SERDEMA NÛJEN DE YE’

Rojbûna dîrokeke nû ji gelên Rojhilata Navîn re di sedsaliya serdema nûjen de ye, rojbûna felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e, ta ku bighêje civakeke demokratîk, exlaqî, polîtîk, azadiya zayendî ya li ser bingehê wekhevî û edaleta civakî. Her wiha rojbûna felsefeya rizgarkirina civakê ji bermahiyên zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar a bi hezarên salan e. Bandora şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama xwendina durist a ji vî rojbûna serdemî ye.

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di 4‘ê Nîsanê de di meh û salên yên herî pîroz de hat, ku xweza bi xweşikbûn û bedewbûna xwe dixemile û Rêber Ocalan bi hezkirina xwe ya ji xweza, mirov, ekolojî, dar û çandinî tê naskirin.

Îsal, tevî belavbûna pandemiyê ku nahêle em vê rojbûnê pîroz bikin, lê em ê bi pêxistina mûman û çandina daran pîroz bikin.

Rêber Apo di girtîgehê de ye, ne tenê Rêber e, di heman demê de nûnertiya îradeya gelên azadîxwaz dike.

BANG

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî, hemû aliyên siyasî, rêxistinên civaka navdewletî dikin bi lez bikevin tevgerê Rêber Abdullah û hemû girtiyên siyasî berdin. Ji ber ku ev pêvjoya xeter e, nemaze bi derketina Koronavîrusê li Tirkiyê re, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên derveyî rêgezên exlaqî bi kar tîne."