Dewleta Tirk li Zirganê 4 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Rebîat a Zirganê bi dijwarî topbaran kir. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Rebîat a Zirganê bi dijwarî topbaran kir. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê de gundê Rebîat û navçeya Zirgan dan ber topan.
Di topbarana li ser gundê Rebîatê de 4 sivîl birîndar bûn. Navên birîndaran jî wiha ne:
Mihemed Xidir Sayil (40), Heysem Yusif Wezzo (25), Cazîye Ali (30) û Yasîn Ramadan (25).