Rejîma Tirk gundên Eyn Îsa bombe kir

Artêşa Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsa dan ber topan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tir a dagirker li gorî saeta herêmî saet derdorî 21:15’ê de gundên Xirbitbekir û Savan ên Eyn Îsayê dan ber topan. Têkildarî êrîşê ti agahiyên zelal nehatin girtin.

Rejîma Tirk tevî pandemiya Covîd-19 her roj bi awayekî sîstematîk êrîşî herêmên girêdayî Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyey dike, binesaziyê dike hedef û herêmê bê av dihêle.

Di nava rojê de gundê Um El Kêf ê Til Temirê hate bombekirin û sivîlek birîndar bû, dîsa duh di bomberdûmana li ser gundê Rebîat a Zirganê de jî 4 sivîl birîndar bûbûn.