Herêma Rêveberiya Xweser li dijî vîrûsa koronayê bi tenê ye

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nifûsa xwe pênc milyon e û milyonek penaber lê ne, li pêşberî vîrûsa koronayê bi tena serê xwe hatiye hiştin.

Vîrûsa koronayê ku bandor li tevahiya cîhanê kiriye, heta niha li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye dîtin. Lê belê eger vîrûs li herêmê belav bibe, dibe ku felaketeke mirovî rû bide.

Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 7 herêman pêk tên û nifûsa xwe nêzî 5 milyon e, derfetên xwe têra pêşwazîkirina vîrûsa koronayê nakin. Tevî ku îmkanên xwe kêm in, di serî de Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê li herêmê bi sed hezaran penaber hene. Hin ji van penaberan ji herêmên di destê rejîma Sûriyeyê de koçî herêmên rêveberiya xweser kirine, beşeke girîng jî ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û deverên din koç kirine ku ji aliyê dewleta Tirk ve ew herêm hatine dagirkirin.

Her wiha li Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dehan kampên biçûk û 15 kampên mezin hene. Bi giranî malbatên DAÎŞ'iyan bi deh hezaran jin û zarok li 2 kampan dimînin.

Hîn ji saziyên tenduristiyê û alîkariya mirovî yên cîhanê ti alîkarî ji bo van kampan nehatiye kirin.

PENABER HERÎ ZÊDE LI HESEKÊ NE

Herî zêde Kantona Hesekê mêvandariyê ji penaberan re dike. Nifûsa kantona Hesekê nêzî milyonek û 413 hezar kes in. Ji 300 hezar kesên ji ber êrişên dewleta Tirk neçar man ji Girê Spî, Serêkaniyê, gundên Til Temir û Zirganê nêzî 150 hezar kes koçî kantona Hesekê bikin.

Beşeke girîng a koçberan li malên kirêkirî dimînin, beşek ji wan çend malbat bi hev re dimînin hinek jî li 74 dibistanan dimînin.

3 KAMPÊN MEZIN ÊN PENABERAN

Li Kantona Hesekê 3 kampên mezin ên penaberan hene.

Kampa Holê: Mezintirîn kampa penaberan a li Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku 67 hezar û 554 kes lê dimînin. 10 hezar û 28 ji wan jin û zarokên DAÎŞ'î ne.

Kampa Waşokanî: Piştî ku dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, kamp bi 12 kîlometreyan li rojavayê Hesekê hate avakirin. Heta niha 9 hezar û 700 şêniyên ji Serêkaniyê, gundên wê, Til Temir û Zirganê dimînin.

Kampa Arîşe: Piraniya wan ji herêmên di kontrola rejîma Sûriyeyê de koç kirine, bi taybetî ji Dêra Zorê, 13 hezar û 445 kes (2733 malbat) lê dimînin.

TIRKIYEYÊ TEVÎ METIRSIYA ŞEWBA KORONAYÊ AV LI SER ŞÊNIYAN BIRÎ

Ava ji bo Hesekê bi giranî ji herêma Elokê ya Serêkaniyê tê, ku herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk ava ji Elokê 4 caran birî. Di demekê de ku cîhan tev li dijî şewba vîrûsa koronayê li ber xwe dide, dewleta Tirk di 21'ê Adarê de av li ser Katona Hesekê, Til Temir û navendên bajaran ji nû ve birî.

UNICEF'ê bi bîr xist ku bi vê yekê re 460 hezar mirov bêav tê hiştin û destnîşan kir, nabe ku av weke amûrek ji bo berjewendiyên siyasî û leşkerî bê bikaranîn. Av hîn jî nehatiye berdan.

Şêwirmendê Kampên Herêma Cizîrê ya Ofîsa Kampan û Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rojhat Elî diyar kir ku birîna avê herî zêde bandorê li kampa Waşokanî û navenda bajêr dike. Elî got, "Derfetên me ji xwe kêm in. Em niha bi tankeran ava ji bîran digihînin kampên Hol, Arîşa û Waşokanî. Lê belê ev jî heta demekê dikare dewam bike. Di şert û mercên normal de ku derfet kêm in, eger vîrûsa korona der bibe wê felaket rû bide. Tevdîrên sereke yên li dijî vîrûsê hîjyen e. Dewleta Tirk bi vê helwesta xwe gefê li jiyana bi sed hezaran mirovî dixwe."

LI KANTONA QAMIŞLOYÊ 2 KAMP HENE

Kampa Newrozê: Di Tebaxa 2014'an de ji bo Êzidiyên ji Komkujiya Şengalê reviyan û xwe li Rojava girtin hate avakirin. Piştî ku Şengal ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirina Êzidiyên li kampê vegeriyan. Ji şêniyên Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê 379 kes (81 malbat) lê dimînin.

Kampa Roj: 1833 (521 malbat) lê ne ku hejmara jin û zarokên biyanî 1535 kes in (429 malbat), hejmara Iraqiyan 220 kes in (78 malbat), hejmara Sûriyeyiyan 68 kes in (14 malbat).

KAMPÊ LI TEBQA, REQA Û MINBICÊ

Kampa Til Semîn: Li kampa Til Semînê ya li herêma Reqayê 2 hezar û 288 kesên ji Girê Spî, Eyn Îsa û Kobanê dimînin. Ev kamp piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 9'ê Cotmehê hate avakirin.

Kampa Mahmûdî: Li vê kampa li herêma Tebqayê 8 hezar û 176 kesên ji herêmên Dêra Zor, Tebqa û Reqayê dimînin, ku ji bin kontrola rejîmê koç kirin.

Li Minbicê jî 3 kampên penaberan hene.

Kampa Minbic a rojhilat a berê: Ji herêmên rojhilatê Helebê yên di bin kontrola rejîmê de ne 2 hezar û 442 kes (378 malbat) lê dimînin.

Kampa Minbicê ya rojhilat a nû: Ji Heleb û derdora wê 2 hezar û 912 kes (564 malbat) lê dimînin.

Kampa Cedîdet El Hûmir: Idlibiyên ji şer reviyane lê dimînin. Heta niha 300 şêniyên ji Idlibê lê ne.

Her wiha li bejahiya çolê ya Minbic, Reqa û Tebqayê bi dehan kampên biçûk hene ku ne fermî ne. Mîna herêmên din li navenda bajarê Minbicê jî penaber hene.

KAMPÊN LI ŞEHBAYÊ

Li herêma Şehbayê nêzî 100 hezar Şehbayî û zêdeyî 100 hezar Efrînî hene. Efrîniyên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koç bikin, li 5 kampên li Şehbayê dimînin.

Kampa Vegerê: 104 malbat bi giştî 455 kes

Kampa Şehbayê: 96 malbat, bi giştî 459 kes

Kampa Serdemê: 751 malbat bi giştî 3 hezar û 85 kes

Kampa Berxwedan: 723 malbat bi giştî 2 hezar û 647 kes

Kampa Efrînê: 91 malbat bi giştî 398 kes

Piraniya Efrîniyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koç kirine li herêmên Til Rifet û Ehrazê yên Şehbayê li malan dimînin. Dewleta Tirk çawa ku êrişî gundên Til Temirê yên Kantona Hesekê dike, her wiha êrişî gundên Şehbayê dike. Li gel banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê ku ji ber vîrûsa koronayê kir, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe dewam dikin.

'ME TENÊ KARÎBÛN TEVDÎRÊ JI RÊZÊ WERBIGIRIN'

Rojhat Elî diyar kir ku derfetên rêveberiya xweser kêm in û ji ber vê yekê li kampan karîne tenê hin tevdîrên ji rêzê bigirin.

Di vê çarçoveyê de wan çûn û hatina li kampan rawestandin û têkildarî xweparastina ji şewbê belavok belav kirine, gel agahdar kirine.

Rojhat Elî got, "Ji bo tedarikkirina pêwîstiyan, li dijî kombûnan wan tevdîr girtine. Ji bo belavkirina mazot û gazê mirov li hev kom nabin. Komun vî karî dikin. Tevdîrên hatine girtin têrker nînin, lê belê bi derfetên heyî ji vê bêhtir tevdîr nikare bê girtin. Divê saziyên tenduristiyê û saziyên alîkariya mirovî yên navneteweyî tevdîran bigirin."

'HELWESTA RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ ZELAL NÎNE'

Rojhat Elî diyar kir ku hefteya derbasbûyî bi beşdariya Desteya Tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd û 33 saziyên alîkariyê yên li herêmê wan 2 civîn pêk anîn û got, "Di van civînan de em li ser rewşa kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Nûnerên UNICEF û Xaça Sor jî tevlî bûn. Ji bo kampan hemûyan divê tevdîr bê girtin. Her wiha ji bo mirovên li derveyî kampan nexweş dikevin divê nexweşxaneyên demkî bên avakirin.

Di vê mijarê de me pêşniyar li saziyên alîkariyê yên navneteweyî kirin. Beriya her tiştî divê komîteyek bê avakirin û dest bi kar bike. Naxwe dikare dereng bibe. Saziyên alîkariyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hîn bersiv nedane me, wê rojên bê helwesta xwe zelal bikin. Heta niha li kampan dest bi kar nekirine. Tenê li kampên Hol û Rojê karekî kêm ê alîkariyê dikin. Eger bi însiyatîf tevbigerin hingî tevdîrên destpêkê dikarin li van kampan werbigirin."

'HETA NIHA PIŞTGIRÎ NEKIRINE'

Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê Şêxmûs Ehmed jî destnîşan kir ku ne Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ne jî Xaça Sor û Heyva Sor a Sûriyeyê ji bo penaberên li herêmê û kampan tevdîr negirtine.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a niha li kampan pirsgirêka tenduristiyê ye û got, "Rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê jî alîkariya ji bo koçber û penaberan rawestandine. Ji ber ku ditirsin ku xebatkarên wan nexweş bikevin. Heta niha di mijara tenduristiyê de gav nehatiye avêtin."

Şêxmûs Ehmed bang li saziyê alîkariyê yên navneteweyî kir ku di mijara pêwîstiyên bingehîn û tenduristiyê de alîkariyê bi sed hezaran penaberên li herêmên wan bikin.