Amûra testê ya Covîd-19 a li Rojava bi çi rengî dixebite?

Pisporê Nexweşiyên Dil û Sîngê Înan Xelîl qala testa vîrûsa koronayê kir, ku ji aliyê doktorên Rojavayî ve hate çêkirin û ji ÎSO'yê sertîfîka wergirt. Xelîl destnîşan kir ku test 85 ji sedî encamên serketî nîşan dide.

Amûra testa vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate afirandin û ji 80 heta 85 ji sedî encamên xwe serketî ye, li nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tedawiya parastin-pêşîgirtinê tê bikaranîn.

Amûra testê ku ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate çêkirin û di nava 30-35 kêliyan de encamên xwe diyar dibe, piştî ku ji ÎSO sertîfîka wergirt, pêşkêşî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hate kirin.

Hate ragihandin ku amûra testê pêşkêşî saziyên tenduristiyê û hin welatan hatiye kirin, her wiha hin welatan û saziyan xwestine ku patenta testê bidin wan, lê belê wan qebûl nekirine.

Ji doktorên Nexweşxaneya Nexweşiyên Dil û Sîngê ya li Qamişloyê Înan Xelîl qala vê amûra testê kir.

Xelîl diyar kir ku wan amûra testê şandine Çînê jî, li 3 nexweşxaneyên mezin ên li wir hatiye ceribandin û destnîşan kir ku test ji 80 heta 85 ji sedî encamên serketî dide.

Xelîl got, armanca bingehîn a testê teşhîsa zû ye û anî ziman ku ji tif a nexweş mînak tê girtin, bi vî rengî test tê kirin û got, "Darikê testê ji 3 beşan pêk tê. Beşa destpêkê û ya sêyemîn ji bo îltihabên normal e. Guhertina reng a li beşa duyemîn jî nîşan dide ku ew kes bi vîrûsa Covîd-19 ye yan na."

Înan Xelîl ragihand, piştî ku nexweş an jî kesê serlêdan kiriye belgeya serlêdanê dadigire, mînak tê tê girtin û di nava 30 heta 35 kêliyan de dema ku li beşa duyemîn a amûrê reng şîn dibe hingî eşekre dibe ku test pozîtîf e, dema bi rengê mor be hingî encam negatîf e.

Xelîl got, "Di şewba vîrûsa koronayê de teşhîsa zû bê danîn ji du aliyan ve girîng e. Ya yekemîn; ji bo nexweş bi mirovên din nekeve û pêşî li nexweşiyê bê girtin ku li gurçikê belav belav nebe û gurçikê îflas neke. Di dema tedawiyê de dema ku teşhîs zû hate kirin, hingî bi dermanan dikare pêşî lê bê girtin. Lê belê dema ku vîrûs li tevahiya gurçikê belav bû, hingî ji neçarî tedawiya girantir tê kirin. Ev jî dibe sedem ku di nexweşiyên pandemîk de sîstema tenduristiyê têk biçe."