Şaredariya Şehbayê li dijî vîrûsa koronayê zend û bend ba da

Şaredariya herêma Şehbayê, ji bo şêniyên herêmê ji nexweşiya vîrûsa koronayê biparêze bi şev û roj bi rengê seferberiyê dixebite.

Ji ber rewşa awarte ya koçberiyê û belavbûna vîrûsa koronayê Şaredariya Şehbayê rewşa seferberiya ragihand.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Fafînê Ehmed Şêxo li ser karên şaredariyê axivî.

Şêxo bi bîr xist ku vîrûs li gelek welatên cîran belav bûne, lewma wan jî zend û bend ba dan û destpêkê bi alîkariya komunan dest bi agahdarkirina gel kirin.

Şêxo got, piştre jî kolan, tax, mal û sazî dezenfekte kirin û pankartên hişyarkirinê daliqandin.

Şêxo got, "Li gorî derfetên xwe yên kêm û şert û mercên koçberiyê, em hewl didin gelê xwe ji vê nexweşiyê biparêzin û nehêlin nexweşî derbasî herêma me bibe."

Ehmed Şêxo bang li gel kir ku li gorî biryarên Desteya Tenduristiyê tevbigerin.