Gel û baweriyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşeroja xwe li ser sîstema perwerdeya pir zimanî ya zimanê dayikê ava dikin. Pergala perwerdeyê ku ji bo Rojhilata Navîn a paşerojê cihêrengiyê esas digire, li gel êrişên giran jî di demeke kurt de mohra xwe danî binê serketinên girîng.
Perwerdeya ku heta pola 3'emîn a dibistana seretayî bi zimanê dayikê tê dayin, piştî pola 4'emîn bi tevlîkirina zimanekî cîran, bi du zimanan didome. Piştî pola 5'an zimanekî biyanî jî li mufredatê tê zêdekirin.
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 790 hezar xwendekar di asta seretayî, navîn û lîsteyê de bi vê sîstemê tên pewerdekirin.
Sala perwerde û hîndekariyê ya 2019-2020'an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pirtûk û materyalên dersan ku gihîştin her deverê, dest pê kir. Lê belê neçar man ku du caran navberê bidin perwerdeyê.
Navbera destpêkê di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Navbera duyemîn jî ji ber pandemiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) hate dayin.
Piştî ku dibistan ji ber şewbê ketin betlaneyê, Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên dibistanên navîn û lîsteyê ji perwerdeyê bêpar nemînin biryar da ku perwerdeyê li ser Rojava TV bidomîne.
Berdevka Komîteya perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn û endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Goran Şakir ji ANF'ê re qala pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
ŞOREŞEKE CUDA: ŞOREŞA PERWERDEYÊ
Menan Mihemed Emîn bi gotina, "Me bi Şoreşa Rojava re şoreşeke cuda jî pêk anîn. Ew jî şoreşa perwerdeyê bû" dest bi axaftina xwe kir û qala perwerdeya zimanê dayikê ya rojên destpêkê yên şoreşê kir: "Destpêkê me ji xwe re hînbûna zimanê dayikê esas wergirt. Me ji tîpan dest bi kar kir. Piştre hêdî hêdî derbasî dibistanan bûn. Wê wextê rejîm hîn li ser piyan bû û ev yek karekî ewqasî hêsan nebû. Rojên zor û zehmet bûn, lê em bi israr bûn. Piştre her sal me gavên nû avêtin û mezintir bûn."
'TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN A JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ JI ALIYÊ JINAN VE HATE DAYIN'
Goran Şakir jî anî ziman ku wan qîma xwe bi hînbûna zimanê dayikê nedît, di perwerdeya zimanê dayikê d israr kirin û got, "Me dixwest dîroka xwe, çanda xwe, folklora xwe û zanistiyê bi zimanê xwe hîn bibin. Yên ku pêşengî ji şoreşa ziman re kirin mamosteyên jin bûn. Di destpêka şoreşê de yên ku deriyên dibistanan şikandin û perwerdeya Kurdî dan destpêkirin hevalên me yên mamosteyên jin bûn. Mînak, dema ku deriyê dibistana gundekî bihata şikandin, li wî gundî mîtîngek pêk dihat. Yên ku deriyên dibistanan dişikandin jî dayik bûn. Mîna ku her kes li benda rojeke wiha bû diketin nava liv û tevgerê."
MODELA PERWERDEYÊ YA LI SER BINGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK
Goran Şakir anî ziman ku beriya şoreşê jî mirovan bi dizî li malan perwerdeya Kurdî didîtin, bi destpêkirina şoreşê re perwerdeya destpêkê ji aliyê wan kesan ve hate dayin û di demeke kurt de bi rêya dewreyan bi hezaran mamoste hatin perwerdekirin.
Menan Mihemed Emîn jî diyar kir ku bi demê re wan tenê perwerdeya bi zimanê dayikê têrker nedîtin, piştre pirsa "Em modeleke çawa ya perwerdeyê dixwazin?" kirin û got, "Me biryar li ser vê yekê dan: modela me ya perwerdeyê jî divê mîna şoreşa me pirreng, pirdeng, pirziman û pirçand be. Me jî sîstema xwe li ser bingeha neteweya demokratîk ava kir."
HER XWENDEKAR BI 3 ZIMANAN MEZÛN DIBIN
Menan Mihemd Emîn diyar kir ku ji pola destpêkê heta ya 11'an wan mufredat amade kirine, xistine meriyetê û got, "Me tenê Kurdî ji xwe re nekir esas. Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî û Suryan jî bi Suryanî dest bi perwerdeyê dikin. Xwendekarek ji pola destpêkê heta ya 3'emîn bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne, piştî pola 4'an bi zimanekî cîran jî perwerdeyê dibîne. Piştî pola 5'an jî zimanekî biyanî li mufredatê tê zêdekirin."
'SEDEMA REWŞA HEYÎ YA SÛRIYEYÊ SÎSTEMA WÊ YA PERWERDEYÊ YE'
Goran Şakir daxuyakirin ku wan mufredat li gorî neteweya demokratîk, dîroka herêmê, çand, folklor û paşeroja herêmê amade kirin û di amadekirina pirtûkên dersê û materyalan de bûne xwedî tecrûbeyeke baş û got, "Rejîmê li gorî xwe modeleke perwerdeyê amade kiribû. Şikandina vê modelê nehêsan bû. Ji xwe dema ku mirov esasê mijarê binirxînin, ya ku civak parçe kir, yek ji sedemên wê yên bingehîn sîstema perwerdeyê bû. Sedema rewşa heyî ya Sûriyeyê divê sîstema wê ya perwerdeyê ya tekperest bê dîtin."
'ME EW ÊŞ KIŞAND, EM Ê NEHÊLIN KES VÊ ÊŞÊ BIŞIKÎNE'
Goran Şakir destnîşan kir ku ew sîstema xwe li ser kesî ferz nakin û got, sîstema heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî tê qebûlkirin û mirovan ev model pejirandine. Goran Şakir got, "Em zimanê xwe li kesî ferz nakin. Me êşa vê gelekî kişand, lewma em ê ti carî qebûl nekin ku mirovên cuda vê êşê bikişînin."
Menan Mihemed Emîn her wiha bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurdî û got, "Kurdî bi têra xwe dewlemend e û çavkaniyên xwe zêde ne. Ji ber vê yekê nêrînên ku dibêjin 'Kurdî dûrî zanistiyê ye' nêrînên serdestan e. Eger em wan pêşhukman qebûl bikin, hingî ev yek wê ne lawaziya zimanê be, wê lawaziya me bi xwe be."
KOKA KURDÎ QEWÎN E, KÛR E
Goran Şakir jî têkildarî heman mijarê destnîşan kir ku kokên Kurdî qewîn û kûr in û got, "Tenê hin astengî li pêşiya Kurdî hebûn. Astengî jî ne ji ber lawaziya ziman bû, ji ber hêza ziman bû. Jê ditirsiyan ku astengî datanîn pêş. Bi şoreşa Rojava re em hînî vî tiştî bûn: çavkaniyên zimanê me gelekî qewîn in, ev hatine veşartin, nixumandin. Dema ku hinekî tev bidin wê kanî biherike."
'XEYALEKE ME HEYE...'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn got, "Divê ji bo sîstema perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stratejiyeke demdirêj bê avakirin." Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Goran Şakir jî got, "Xeyaleke me heye" û diyar kir, "Eger em ji bo zaravyên Soranî, Kirmanckî, Hewramî li zanîngeh û akademiyên li Rojava beşan vekin, hingî wê xeyala me pêk bê. Ji bo vê hin projeyên me hene. Eger şer û êriş hinekî rawestin em dixwazin vê pêk bînin."