Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê perwerde wê bi rêya televîzyonê bidome

Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber vîrûsa koronayê navber da perwerdeyê, wê ji hefteya bê û pê ve bi rêya televîzyonê perwerdeyê bidomîne. Bernameyên dersên bi navê "Dibistana Malê" hatin kişandin û wê li Rojava TV bên weşandin.

Perwerdeya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber şewba vîrûsa korona ya nû (Covîd-19) hate rawestandin, wê bi rengekî onlîne bi rêya televîzyonê dewam bike.

Piştî ku dibistan ji ber şewbê ketin betlaneyê, Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên dibistanên navîn û lîsteyê ji perwerdeyê bêpar nemînin biryar da ku perwerdeyê li ser Rojava TV bidomîne. Beşeke mezin bernameyên li ser dersan bi zimanên Kurdî û Erebî hatin kişandin.

Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rohilatê Sûriyeyê wê di çarçoveya bernameya bi navê 'Dibistana Malê' de ji hefteya bê û pê ve bi rêya Rojava TV perwerdeya ji bo xwendekarên dibistanên navîn û lîseyê bidomîne.

Paşeroja gel û baweriyên cuda yên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema perwerdeyê ya pirzimanî tê afirandin.

Sîstema perwerdeyê ya ku ji xwe re cihêrengiyê dike esas, li gel êrişan jî di demeke kurt de mohra xwe danî binê serketinên girîng.

Perwerdeya ku heta pola 3'emîn a dibistana seretayî bi zimanê dayikê tê dayin, piştî pola 4'emîn bi tevlîkirina zimanekî cîran, bi du zimanan didome. Piştî pola 5'an zimanekî biyanî jî li mufredatê tê zêdekirin.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 790 hezar xwendekar di asta seretayî, navîn û lîsteyê de bi vê sîstemê tên pewerdekirin.

Sala perwerde û hîndekariyê ya 2019-2020'an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pirtûk û materyalên dersan ku gihîştin her deverê, dest pê kir. Lê belê neçar man ku du caran navberê bidin perwerdeyê.

Navbera destpêkê di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Navbera duyemîn jî ji ber pandemiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) hate dayin.