Rejîma Tirk Girê Spî topbaran kir: 2 leşkerên Sûriyê mirin
Dewleta Tirk a dagirker, 3 gundên girêdayî Girê Spî topbaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de 2 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker, 3 gundên girêdayî Girê Spî topbaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de 2 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatîn bi destxistin, di seatên êvarî de gundên Kopîrlîk, Evdokoy û Qizelî yên Girê Spî hate topbarankirin.
Di êrîşê de herêmên sivîl lê jiyan dikin û xalên kontroê yên rejîmê hatine hedefgirtin.
Di encama êrîşa li ser gundê Qîzelî yê de 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û li gundê Evdokoyê leşkerek yê Sûriyê birîndar bû.