Li Eyn Îsayê 2 dagirker hatin kuştin, doçkayek hate îmhakirin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê. Şervanan di cih de bersiv dan êrişê û wesayitek ku doçka li ser bû îmha kirin. Di bersivê de 2 çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe îro nîvro topbaran li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê û rêgeha M-4 kirin.

Şervanên QSD û YPJ'ê di cih de bersiv dan êrişan. Saet derdora 12:00 wesayitek doçka li ser tevî 2 çeteyên tê de hate îmhakirin.

Êrişa dagirkeran a bi topbaranê ya li ser herêmê dewam dike.