Dagirkeran li Efrînê qira darên zeytûn anîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 80’ê darên zeytûnên din jî birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcê şer û qetlîamên xwezayê didomîne. Gelê li herêmê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 80’ê darên ku temenê wan nêzî 70’ê sal birîne.

Çavkaniyan diyar kirin ku darên hatine birîn, 40 dar ji wan li gundê Keferşilê yê Mihemed Miherem û 40 darên din jî li gundê Çeqala ya navçeya Şiyê yên Fayîq Mihemed in.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin û şûnde, dest bi talankirina darên zeytûnan ên li herêmê kirin.