Li Kobanê çalakiya kondanînê: Ji bo Rêber Apo em têkoşînê geş bikin
Li Kobanê li dijî tecrîd û komploya navnetewî ya li ser Ocalan çalakî didome. Jinan gotin, ''Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad em têkoşînê geş bikin.''
Li Kobanê li dijî tecrîd û komploya navnetewî ya li ser Ocalan çalakî didome. Jinan gotin, ''Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad em têkoşînê geş bikin.''
Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kondanînê di roja duyan de didome. Di roja duyan ya çalakiya kondanînê de ya bi dirûşma, ''Bi giyanê berxwedana zindanê em ê komployê û faşîzmê hilweşînin! Rêber Apo azad bikin û bi teqezî serfiraziyê pêk bînin'', sazî û meclîsên Şêranê û bajarokên Tilxezal û Taşlogê dewr girtin.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Perwîn Xelîl got ji bo ku komployê şermezar bikin çalakî kirine. Xelîl got, ''Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Ji bo ku salvgera komployê nêzîk bûye, çalakiyên me ciwanan bênavber didomin. Sedema çalakiya me ya kondanînê şermezarkirina komploya liş ser Rêbertiya me ye. Piştî çalakiya sêrojan em ê meşeke dirêj bikin. Çalakiyên me heta azadbûna Rêbertiya me wê bidome. Em jinên ciwan her car em ê li pey felsefeya Rêber Apo bin. Em ê îsal bi serfiraziyê biqedînin.''
'EM Ê BI FELSEFEYA RÊBER APO BIMEŞIN'
Ji Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Dilber Ûsiv jî wiha axivî:
''Weke Rêber Apo gotî, ''Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.'' Em ciwan baweriya Rêber Apo ya li me naşikînin. Em jinên ciwan em ê serfiraziyê bînin. Em bang li hemû jin û ciwanên cîhanê dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad em qadên têkoşînê geş bikin. Ciwan ê cîhanê û pergalê biguherînin. Em jinên ciwan em ê li ser felsefeya Rêber Apo bimeşin.''