Xwendakarên Kobanê berxwedana Bogaziçiyê silav kirin
Xwedekarên Zanîngeha Kobanê berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê silav kirin.
Xwedekarên Zanîngeha Kobanê berxwedana xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê silav kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê li Meydana Şehîd Egîd bi daxuyaniyekê berxwedana li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Tirkiyê silav kirin.
Dema daxuyaniyê bi sedan xwendekar hazir bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, ''Xwendekarên Bogaziçiyê li dijî qeyûm û ji bo mafê xwendekaran rabûn ser piyan. Çalakiya xwendekaran dewam dike. Polîs zext û zordarî û êşkence li xwendekarên çalakger dikin. Em Zanîngeha Kobanê û akademiyên Kobanê destekê didin çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê. Em bang li hemû xwendekaran dikin; deng bidin Zanîngeha Bogaziçiyê. Xwendekarên Bogaziçiyê jî li dijî pergala heyî divê têbikoşin û dengê xwe bigihînn hemû cîhanê. Em her car hazir in ku ji hêla manewî ve destekê bidin têkoşîna xwendekaran.''
Piştî daxuyaniyê xwendekaran bi dirûşmeyan gotin,''Bimre dagirkerî'', ''bimre faşîzm'', ''Bijî serhildana Bogaziçiyê''.