Tumena Sûltan Mûrat li Efrînê zarokên Kurdan dike çete

Çeteyên Tumena Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk bi rêya hin komên xwe li Efrînê zarokên temenê wan biniya 18 salî ne, li kampa perwerdehiya leşkerî ya li Hawar Kîlîsê perwerde dike û piştre wan dişîne eniyên li Serêkaniyê û Girê Spî.

Tumena Sûltan Mûrat li Efrînê zarokên Kurd ên temenê wan biniya 18 salî dike çete.

Hate diyarkirin ku hin komên girêdayî Tumena Sûltan Mûrat zarokên Kurd ên temenê wan biniya 18 salî bi pere, wesayît û çekan dikişîne ba xwe.

Zarokên ji aliyê çeteyan tên rêxistinkirin dibin navenda ku di dema Rêveberiya Xweser de cihê gumrukê bû.

Zarok piştî ku demekê li vir dimînin wan dibin kampa perwerdehiya leşkerî ya gundê Hawar Kîlîs a Ezazê û piştre jî wê wan bişînin xeta eniyê ya Serêkaniyê û Girê Spî.

Hate tespîtkirin zarokê bi navê Elî yê 17 salî ku ji gundê Kefer Canê yê Şêraya Efrînê ye, bi vî awayî birine kampa perwerdehiya leşkerî ya li gundê Hawar Kîlîsê.