Li Hamayê di navbera çeteyên Enqereyê û artêşa Şamê şer çêbû

Di navbera komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê de li herêma Hamayê şer çêbû.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li gundên Helûbî û El Enkawî yên li bakurê rojavayê Hamayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk şer çêbû. Hate diyarkirin ku 5 leşkerên hikumeta Şamê mirine, 9 leşker birîndar bûne û 3 çete mirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê li gundê El Fetatir ê Hamayê çeteyên dewleta Tirk êrîş biribû ser hêzên hikumeta Şamê. Di vê êrîşê de yek jê fermandar 4 leşkerên Şamê miribûn û 8 leşker jî birîndar bûbûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku balefirên Rûsyayê li Sûriyeyê li bendên DAÎŞ’ê dane. Li gorî daxuyaniyê di 48 saetên dawîn de balefirên şer ên Rûsyayê 150 êrîşên hewayî kirine û li sêgoşeya Heleb, Hama û Reqayê herî kêm 18 çeteyên DAÎŞ’ê mirine.