Di şevekê de 100 hawan avêtin Minbicê
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê û gundên hawîrdorê Mihemed Xêr Şêxo got şeva yekşemê dewleta Tirk a dagirker 100 hawan avêtiye Minbicê.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê û gundên hawîrdorê Mihemed Xêr Şêxo got şeva yekşemê dewleta Tirk a dagirker 100 hawan avêtiye Minbicê.
Hevserok Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA'yê re axivî û got, ''Şevê dî dewleta Tirk a dagirker gundên bakurêrojhilat ê Minbicê da ber bombeyan. Di bombabaranê de bi qasî 100 hawan hatin avêtin.
Şêxo got êrîşên Tirk gefê li canê gel dixwin û li dijî bêdengiya civaka navnetewî helwest nîşan da.
Êrîşên dagirker ên Tirk sibeha Duşemê dest pê kiribûn û heta derengiya şevê domandibû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dema êrîşên ser herêmê 5 endamên çete yên bi ser Enqerê ve hatine kuştin.