Meclîsa Leşkerî ya Mibicê: 5 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di hewldana çeteyan a li ser Minbicê de koma çeteyan a ji 5 kesan pêk dihatin hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî geşedanên leşkerî li eniyên Minbicê daxuyaniyeke weşand.

Meclîsê ev agahî parve kir "Îro Duşemê saet di 09:00'an de, komeke çete yên Tirkiyê hewl dan bikevin nûqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Şervanên meclîsê hewldana çeteyan  şopandin û hewldan têk birin. Di şerê di navbera herdu aliyan de 5 çete hatin kuştin.

Yek ji kuştiyan, serçete Mustefa Mehmûd Hec Îbrahîm hebû, ku fermandarê Furqeya 1 a Tugeya 111'an e ya ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirk digire.

Piştî hewldana çeteyan hate têkbirin û şûnde, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dirêjahiya xeta çemê Sacûrê, ji gundê Hoşeriyê yê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê heta gundê Hûtî yê rojhilatê bajarê Babê anku dirêjeya 62 km bi hawnan topbaran kirin. Ji sibeha heta vê êvarî zêdetirî 100 top li xetan ketin.

Gundên hatine bombekirin wiha ne: Hoşeriyê, El-Cat, Um Edese, Seyada, Yalanlî, Ereb Hesen, Kawiklî, Bûweyhic, Hûtê, rêya M4 û Ewn Dadat.

Hêzên Meclîsa Leşkerî bi tenê bersiva êrişan dan, lê hêzên hikumeta Şamê tu helwesta dan.

Topbaran heta vê kêliyê bi awayekî dem dem didome."