Dewleta Tirk Minbicê bombe kir

Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Minbic a girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet 14:30’î gundên El Şaşat, Erbe Kilo, Iwn Dadat, Ereb Hesen, Um Edese û Cat bombe kirin. Li ser encamên êrîşê agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk di saetên sibê de jî êrîşî gundê Catê kiribû. Li gorî daxuyaniya fermî ku ji aliyê Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatibû ragihandin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrîşî nuqteyên leşkerî yên li gundê El Catê yên dikevin Bakur rojhilatê Minbicê kiribûn, lê êrîş hatibû têkbirin.