Kampanya Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ku di 20'ê Çileyê de bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê, bila Erdogan bê darizandin" hatibû destpêkirin, dewam dike.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, ji bo kampanyayê li navçe û gundên kantona Kobanê stand hatin danîn, heta niha li herêma Firatê 21 hezar îmze hatin komkirin.
Têkildarî kampanyayê Meclîsa Malbatên Şehîdan li navçe û bajarokên herêma Firatê kom ava kir.
Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de li ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, guhertina demokrafîk, daxwazên ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê wê pêşkêşî Komara Ereb a Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî bên kirin.
Kampanya bi tevlîbûna saziyên civaka sivîl dewam dike.