Şehîd Serdar Şakir li Qamişlo spartin axê

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serdar Şakir li Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişloyê spartin axê. Serdar Şakir 5’ê Sibatê di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsyariya parastina xakê û gel girtin ser xwe.

Hesen banga parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatin bidestxistin û piştevaniya hêzên parastinê kir.

Piştre Endamê Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Şiyar Mihemed axivî û got: " Em ê rê nedin ku komplo û planên li dijî Rojava û gelên wê ku destkeftiyên bi saya 11 hezar şehîd hatine bidestxistin.”

Şiyar Mihemed di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Piştî axafinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd li ber berzkirina dirûşmeyan li Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan hate veşartin.