Talana dîrokî ya li Efrînê dîsa hate belgekirin
Dîmenên ji peykê yên talankirina Girê Şorbe ya Efrînê derket holê. Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Efrînê ev der talan kiribû.
Dîmenên ji peykê yên talankirina Girê Şorbe ya Efrînê derket holê. Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Efrînê ev der talan kiribû.
Midûriyeta Arkeolojiyê ya Efrînê wêneyên Girê Şorbe yê ji peykê bi dest xist. Wêne di 28’ê Kanûnê de hatine qeydkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk a dagirker li bendên bilind ên gir çalên mezin kolaye û hemû tiştên dîrokî hilweşandiye.
Tê diyarkirin ku darên zeytûnan ên li bakur û bakurê rojavayê gir jî hatine talankirin.
Girê Şorbe ya ku 20 kîlometreyan dûrî Efrînê ye, girêdayî gundên Gemrûk û Sêmalka ye.
Ev gir bi qasî 700 metreyan dûrî gundê Gemrûkê ye. Wezareta Çandê ya Sûriyeyê û Midûriyeta Arkeolojiyê di biryara 1981’an de (Xala 244’emîn) wekî cihekî dîrokî qeyd kiribû.
Midûriyeta Arkeolojiyê ya Efrînê diyar dike ku di destê wan de agahî tune çalên li Girê Şorbe çiqasî kûr e û çi berhemên dîrokî hatine bidestxistin.