Êrîşa li Gare li Amûdê hate protestokirin
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê ya Başûrê Kurdistanê li Amûdê bi meşekê hate protestokirin.
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê ya Başûrê Kurdistanê li Amûdê bi meşekê hate protestokirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Gare protesto kirin.
Meşa ku gelek saziyên civaka sivîl, endamên PYD û Kongreya Star tevlî bûn, pankarta ‘Wê berxwedana gelê Kurd faşîzmê têk bibe’ hildan. Li aliyê din alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.
Meşa ku ji Qada Şehîd Cîhat destpê kir bê navber dirûşmên ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ hatin berzkirin.
Piştî meşê ciwanan li pêşiya navenda Amûdê mîtîngek lidar xistin û bi axaftinan dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye Îbrahîm Esed axivî û şoreşa azadiyê ya di çarçoveya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dom dike, gavên dîrokî diavêje, dewleta Tirk ji vê aciz e.