Dagirkeran li Til Temirê zarokek ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker dema ku bi giranî Til Temir bombebaran dikir, zarokê 6 salî Yezen Mihemed El Alî ku li gel bavê xwe pez diçêrand birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker dema ku bi giranî Til Temir bombebaran dikir, zarokê 6 salî Yezen Mihemed El Alî ku li gel bavê xwe pez diçêrand birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker berî çend seatan bi giranî Til Temir bombardoman kiribû û zarokek 6 salî hatibû birîndar kirin.
Hate diyarkirin ku di bombardûmanê de zarokê 6 salî Yezen Mihemed El Alî yê ku li gel bavê xwe pez diçêrand birîndar bûye û zarokê birîndar rakirine Nexweşxaneya Gel a Hesekê.
Bavê Yezen Mihemed El Elî, Mihemed Elî got: “Dewleta Tirk bi hewanan êrîşî gundê me kir. Lawê min pezê xwe diçêrand. Sûcek nebû.”
Rayedarên nexweşxaneyê ragihandin ku parçe li zarok ketine û rewşa wî baş e.