Li Kobanê û Şehbayê komploya navneteweyî protesto kirin

Li Kobanê û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşen hatin lidarxistin hate protestokirin.

KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdê li ser wî û zextên li ser girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de meşeke bi meşeleyan lidar xist. Bi dehan ciwanên bajarê Kobanê beşdarî meşê bûn.

Meş ji qada Selam destpê kir. Ciwanan meşele, pankartên bi nivîsên "Bi ruhê berxwedana girtiyan em ê komploya navneteweyî û faşîzmê têk bibin, azadiya rêber Apo misoger bikin", "Dem dema azadiyê ye" û "Teqez em ê bi ser bikevin" hildan bûn û bê navber diruşmeyên şeremzarkirina komplo û tecrîdê û silavkirina berxwedana zindanan berz kirin.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Cîhan Temê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a faşîst hate şermezarkirin.

Her wiha banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk hate kirin û wiha hate gotin: "Di vê pêvajoya heyî de ji me hemûyan tê xwestin ku em têkoşîna li hemberî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk geş bikin da ku zextên li ser rêberê xwe û gelê Kurd rakirin. Divê em bi ruhê şoreşgerî bixebitin da ku mafên xwe yê rewa bi dest bixin û xeta rêbertî û şehîdan bişopînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ciwanên herêma Firatê ji warê berxwedanê em soz didin ku em ê berxwedan û têkoşîna xwe ranewestînin û bibin xelekên ji agirker û kesên ku hewl didin berxwedana me bi dawî bikin, bişewitînin, em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û xeta şehîdên xwe bişopînin."

Piştî daxuyaniyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemberî komployê vedana konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd ragihan. Çalakiya kon wê 3 rojan dewam bike.

ŞEHBA

Bi hevkariya Kongreya Star a navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger li parka navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Ciwanan diruşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadiya wî kir û li kolanên navçeyê geriyan. Meş li qada navçeyê rawestiya û li wir bi meşleyan navê ‘APO’ hate xêzkirin.

Ji rêveberên Kongreya Star Hesna Mihemed axivî û got: "Meha Sibatê ji bo me meheke reş e, di 15'ê Sibata 1999'an de komployeke li dijî Rêbertî hate pêkanîn."

Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed El-Weys jî komploya navneteweyî şermezar kir û got, komplo bi armanca têkbirina doza kurdî û projeyên demokratîk hate pêkanîn.

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya rêbertî bi dawî bû.