Ciwanên Kobanê: Em amade ne li Garê li ber xwe bidin
Ciwanên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew amade ne li Garê li ber xwe bidin.
Ciwanên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew amade ne li Garê li ber xwe bidin.
Li Kurdistanê û Ewropayê ciwanên Kurd êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê şermezar dikin.
Ciwanên Kobanê jî li dijî êrişan daxuyanî dan çapemeniyê.
Ciwanan diyar kirin ku êrişên li çar parçeyên Kurdistanê weke êrişên li dijî xwe dibînin û destnîşan kirin ku qirkirina Kurdan êdî ne hêsan e.
Ciwanan destnîşan kirin ku li dijî her cûre êrişan ew amade ne biçin Garê û diyar kirin ku ew xiyaneta Mesût Barzanî û malbata wî qebûl nakin.
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Garê" û "Gerîla rûmeta me ye" hatin qîrîn.