Ji bo 24 şehîdan şîn hate danîn

Ji bo 24 şehîdên ku li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin û ji ber qedexeya derketina derve şîna wan nehatibû danîn, li Kobanê şîn hate danîn.

Ji bo 6 gerîlayên HPG'ê, 15 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.

Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberiyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî axivî û diyar kir ku her şehîdek ji van şehîdan dibistanek e û dîrok bi xwîna xwe nivîsandine. Arif Balî da zanîn ji bo ku ew soza xwe bi şehîd, Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re nû bikin, ew li vê derê ne.

Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî û diyar kir ku rêya ku şehîdan şopandiyê rêya rasteqîn e û got, “Divê gelên me hişyar be, ji ber ku dijmin nikare vê hêmanê leşkerî dagir bike, taybet dixe dorê."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa axivî û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anî û got, “Dema ku aloziya Sûriyê dest pê kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîn gel hate avakirin. Ev Rêveberî rastî êrişên hov hat û gelek dewletan xwestin ku vê rêveberiyê û vê  projeyê têk bibin. Lê tevî van êrişan Rêveberiya Xweser gavên mezin û girîng davêje."

Hec îsa her wiha got, bêhna azadiyê û ruhê welatpariziyê di vî welatî de hatiye çandin û dê tevahî planên dijmin a ku hewl dide vîna gel bişkîne, têk bibin.