Bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê

Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di bîlançoyê de ku duh weşand, diyar kir ku di meha Gulanê de artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Ereb Hesenê mezin, El-Hoşriye, El-Jat, Toxar Kibîr, Toxar Sigîr, Um Edasa, El-Dendaniya û Um Cilûd kiriye.

Navendê  destnîşan kir ku gundên ku hatin topbarankirin, tijî sivîl in û gelek zirar bi milkên wan hatine.

Her wiha diyar kir ku hedefgirtina gundên bakur û rojavayê Minbicê ji baregehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyeyê pêk tê.

Navenda Ragihandinê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker di meha borî de bi zanebûn rûberên mezin ên zeviyan li eniyên gundên El-Jat û El-Hoşeriya şewitandin.

Navenda ragihandinê der barê hewldaneke derbasbûna komên çeteyên dewleta Tirk di 21'ê Gulanê de, li gundê El-Jat bakurê rojhilatê Minbicê de ev agahî da: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan şikand û di encamê de 3 çete hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin.”

Navenda Ragihandinê da zanîn ku hemwextî êriş û hewldana ketinê ya çeteyan, dewleta Tirk ji baregehên xwe bi awayekî bê ser û ber gundên El-Jat û El-Hoşeriya topbaran kirin. Di vê navberê de dema çeteyan hewl da cenazeyên xwe bibin, dewleta Tirk a dagirker ji gundê Qîrate yê li bakur û rojhilatê Minbicê 50 top avêtinê.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku di encama topbaranê de ku heta saet 19:00’an dom kir, gelek xaniyên sivîlan wêran bûn.Her wiha gelek zeviyên gundên El-Jat û El-Hoşeriye şewitîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin ku hin caran di encamê de sivîlên wan gundan dibin qurbanî.