YAT’ê li Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê girt
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPG’ê bi operasyonekê li gundê Belaliyê ya Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê yê bi navê Ebdilkerîm Ebdillah girtin.
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPG’ê bi operasyonekê li gundê Belaliyê ya Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê yê bi navê Ebdilkerîm Ebdillah girtin.
Navenda Ragihandin û Çepameniyê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“Di 2’yê Hezîranê de li gundêm Belealiyê ya Şedadê Yekîneyên Antî Teror li dijî emîrekî DAÎŞ’ê dest bi operasyonekê kir. Di vê operasyonê de emîrê DAÎŞ’ê yê bi navê Ebdilkerîm Ebdillah hate girtin.
Di operasyonê de çekek, telefonek û hinek belge û dokumenter hatine desteserkirin.”