Rêveberiya Xweser endamên malbata çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî Hollandayê kirin
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser yek jê jin 3 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî rayedarên hikumeta Hollandayê kirin.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser yek jê jin 3 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî rayedarên hikumeta Hollandayê kirin.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji malbatên DAIŞ’ê yên di kampa Roj a li bajarê Dêrikê yê Qamişlo de dimînin, 3 zarok û jineke radestî hikumeta Hollandayê kirin.
Îro, (5’ê Hezîranê) şandeyeke fermî ya Hollandayê gihaşt Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ya li Qamişloyê.
Şande ji nûnerê Hollandayê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Emile de Bond û gerînendeyê Wezareta Karên Derve ya Kunsolosxaneyê Dêrik Can pêk dihat û ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û cîgirên wî Ebîr Îliyh û Fener El-Giêt ve hate pêşwazîkirin.
Her du aliyan civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist, dûvre protokolên guncaw ên radestkirina zarok û jinekê îmze kirin.
Piştre Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku Rêveberiya Xweser zarokan tevî dayikên wan radest dike, li gel wê jî zarokeke din, piştî soznameyeke nivîskî ji dayika wê de, radestî hikumeta Hollandayê kir.
Umer wiha got: "Li gorî siyasetên Rêveberiya Xweser, ji bo jinên ku li gel wan tu belge yan jî nîşane tune ne ku sûc li herêmê kirin, radestî dewletên wan dikin. Lê ji mafê wan dewletan heye heke wan sûc li herêmên dîtir kirine, yan jî delîl li dijî wan hene, darizînin.”
Umer bang li dewletên Ewropayê kir ku berpirsiyariyên xwe li hember dosyaya çeteyên DAIŞ’ê pêk bînin û wiha pê de çû: "Ev dosya bi pirsgirêk e. Civaka navneteweyî berpirsê tevahî çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li herêmê yee. Ji ber ku li ser tevahî dewletan xetere ne. Ji lew re me bi Koalîsyona Navneteweyî re hevkariya li hember DAIŞ’ê kir."
Umer wiha axivî: "Ev dosya yek ji encamên hemleya me ya hevpar li dijî DAIŞ’ê ye. Ji lew re divê civaka navneteweyî van sûcdaran darizînin û berpirsiyariyê li hember welatiyên xwe rakin, heke zarok dibin an jî jin dibin. Her wiha divê piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin, da ku xebatê li hundirê kampa Holê bikin ku xetertirîn kampên li cîhanê ye."
Umer da zanîn ku ew niha xebata dabeşkirina kampa Holê dikin, da ku dîsplîn bikin û kiryarên revandinê yên bi destê torên qaçaqçiyên Tirk sînordar bikin. Li aliyekî din jî navendên perwerdekirina jin û zarokan, dibistan û yarîgehan li kampê ava dikin û wiha got: "Em der barê vê dosyayê de bang li civaka navneteweyî dikin, tawîzan bibin zarokên şehîdan û zarokên sêwî."
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Holland ê taybet bi dosyaya Sûriyê Emile de Bond spasiya Rêveberiya Xweser kir ku ev însiyatîfa radestkirina malbatên DAIŞ’ê yên ji hemwelatiyên Hollandayê ji wan re kir û wiha li gotina xwe zêde kir: "Ez îro ji bo erkeke taybet a vegeradina hin welatiyên Hollandayê li welatê wan ên li kampa Roj, li vir im."
Emile de Bond wiha gotina berdewam kir: "Ev xebat ji bo dadgeriya Hollandayê pir girîng e. Ji ber ku dadgeriya Hollandayê beriya niha hin agahiyên diyar li gorî van rewşan derxistin, her wiha Rêveberiya Xweser gelek hevkarî ji bo radestkirina welatiyên me kirin, roleke aktîf lîstin û berpirsiyariya giştî girtin ser xwe."