Gedo: Pêwîstiya me herî zêde bi yekîtiya Kurdan heye

Salih Gedo: Ked û hewldanên me divê ji bo têkbirina armancên dewleta Tirk a faşîst be. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me niha bi yekîtiya Kurd heye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, planên derxistina şerê nava Kurdan ê dewleta Tirk ku li hemberî gerîla têk çûye, helwesta pDK'ê, daxuyaniyên Abdulhakîm Beşar ê ENKS'î, rewşa nûnerên Rojavayî yên li Hewlêrê hatine girtin û rewşa Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ji ANF'ê re nirxand.

Salih Gedo bi bîr xist ku beriya çend rojavan Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava ji bo nirxandina nakokiyên Kurdî-Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê komxebatek li dar xist û got, "Di komxebatê de hin biryar hatin standin. Yek ji van jî ew bû ku rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan heram e, yanî 'birakujî' xeta sor e. Pirsgirêkên nava Kurdan divê bi diyalogê bêne çareserkirin. Em baş zanin ku dewleta Tirk a faşîst ji ber ku li Başûrê Kurdistanê li pêşberî gerîla têk çûye û armancên xwe pûç bûne, hewl dide Kurdan bera hev bide, şer di navbera wan derxîne. Lewma divê ked û hewldanên me hemû ji bo wê yekê bin ku armancên dewleta Tirk a faşîst têk bibin."

Salih Gedo bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku bi ti awayî hêzên pêşmerge li qadên şer bi cih neke û got, "Li gel êrişên dewleta Tirk ên bi balafir, leşkerî, tank û topan li Garê li Metînayê dewleta Tirk li her cihî têk çû. Niha bi hin planên cuda hewl dide tiştna bike. Ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin û Serokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ava bibe. Ev yek beriya 7-8 salan pêşniyara KNK'ê bû. Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê hin gav hatin avêtin. Lê belê dijminên Kurdan careke din ji bo pêşîgirtina li vê projeyê dest werdan. Em careke din dibêjin, pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Gelê Kurd ji bo pêşîgirtina li planên dijmin divê li hev bicive."

Têkildarî gotinên Abdulhakîm Beşar ê ENKS'î yê li ser Efrînê, ku îdîa kiribû li Efrînê komkujî û sûcên şer nehatiye kirin, Salih Gedo wiha axivî: "Tirk, gotinên ku şerm dike bi xwe bêje, bi kesên weke Hakîm Beşar dide gotin. Hakîm Beşar dibêje, 'Li Efrînê tiştek nîne. Talan, kuştin nehatiye kirin. Mîna ku propagandaya hin aliyan e'. Dewleta Tirk bi xwe dibêje, 'Li Efrînê hin bûyerên nebaş diqewime'. Kesekî Kurd ê bi navê Hakîm Beşar eger vê dibêje, ev yek xizmeta yekser a ji dijminê Kurdan re ye. ENKS weke aliyekî Kurd diviyabû ji Hakîm Beşar re bigota, 'Tu çi dibêje?', ev yek wezîfeya wê bû. Diviyabû sînorek li ber vê helwestê daniya û hesab ji Hakîm Beşar bipirsiya. Li gel Hakîm Beşar hin ENKS'iyên din jî hene ku bi vî rengî diaxivin. Ev hemû bi navê dewleta Tirk diaxivin. Tiştên ku dewleta Tirk jê şerm dike ku bêje, bi van kesan dide gotin. Gotinên Hakîm Beşar ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hate şermezarkirin û gel guh neda gotinên wî."

Têkildarî girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve Salih Gedo wiha axivî: "Girtina van hevalan li Hewlêrê ne tenê bandoreke neyînî li PYD'ê yan jî Rêveberiya Xweser kir, bandoreke neyînî li tefahiya gelên Rojava kir. Li her devera cîhanê pirsgirêkên siyasî yên her welatî hene. Pirsgirêkên siyasî yên nava Kurdan jî bi girtinê çareser nabe. Her wiha ev nûner ne ji xelkê Başûrê Kurdistanê ye, ji xelkê Rojava ne. Girtina van nabe û rewşeke gelekî xerab e. Eger naxwazin ku ew li wir bimînin dikarîbû bang li wan bihata kirin û ji wan bihata xwestin ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin û biçin Rojava. Ew girtin û em nizanin bi ku ve birine. Ji ber ku têkildarî wan tiştekî nabêjin em bi fikar in. Hinek dibêjin ku radestî îstîxbarata Tirk MÎT'ê kirine. Ji vê fikara xwe mafdar in. Bang li hikumeta Hewlêrê dikim, ku di dema herî kurt de van nûneran berdin. Bihêle ku li ofîsa xwe karên xwe bikin."

Salih Gedo bal kişand ser mijara deriyê sînor ê Sêmalkayê û got, "Yekane derî ye ku jiyan û tenduristiya xelkê me pê ve girêdayî ye. Eger ew derî bê girtin em ê bifetisin. Ev yek tevî êşa li xelkê Rojava ye, di heman demê de êşa li xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Her du alî jî Kurd in. Li aliyê Rojava yê ku Sêmalka bi rê ve dibe Kurd e. Li aliyê Başûr jî yê bi rê ve dibe Kurd e. Kurdek çawa dikare bi aqil û rêbazeke wiha nêzî Kurdekî din dibe.

Li deriyê sînor pirsên 'Navê te çi ye, navê hevsera te, navê xalê te, navê metka te, navê eşîra te çi ne? Pirsên wiha dipirsin ku cihê şermê ye. Dema em diçin Ewropayê di nava 37 welatên Ewropayê de sînor nîne. Tevî ku her yek ji wan ji neteweyeke cuda ye, sînor di nava wan de nîne. Pirsa 'tu bi kîjan welatê Ewropayê diçe?' li kesî nayê kirin. Eger nasnameya te ya Ewropayê hebe, tu dikare bi rengekî azad li her cihî bigere.

Lê belê em li her du aliyan jî Kurd in. Lê rêbazên cuda tê nîşandan. Ev bahan ne, dibe ku sibe derî bi temamî bigirin. Beriya çend rojan li ser sînor bûm. Yek hat, nexweşê kanserê bû, di her kêliyê de dikare jiyana xwe ji dest bide. Lê belê ji ber karê wî ew vegerandin. Dibe ku dema careke din biçe jiyana xwe ji dest bide. Em hêvîdar in ku wê li ser vê mijarê bisekinin. Bi berpirsyarî û ruhê Kurdîtiyê ev sînor bêyî pirsgirêkên wiha dikare bê vekirin."