QSD: Tirkiye jiyana bi milyonan mirovî dixe xeteriyê

Navenda Çavdêriya Leşkerî ya QSD’ê, encamên operasyonên leşkerî yên li dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD'ê ragihand ku xeteriya li ser jiyana bi milyonan zêdetir bûye.

Navenda Çavdêriya Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rapora xwe ya meha Hezîranê eşkere kir.

BI QÛTKIRINA AVÊ RE XETERIYA LI SER JIYANA MILYONAN ZÊDETIR BÛYE

Di raporê de hate piştrastkirin ku artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê di meha Hezîranê de qanûna mirovî ya navneteweyî û qanûna şer binpê kirine , ava stasyona Elok qut kiriye her wiha bi rêjeyeke zêdetir ava çemê Firatê kêm kiriye, ku bi wê yekê gefê li jiyana bi milyonan mirovên li herêmê dixwe.

Di benda ewlehiya avê ya di raporê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk dortengkirina li milyonan mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên li hemberî sînor dewam dike. Di vê çarçoveyê de ava stasyona Elok ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarê wê bi awayekî domdar qut dike û ava çemê Firatê li bendavên li xaka Tirkiyê li ser çem hatine avakirin digire û bi wê yekê rêjeya avê kêm dike. Ev yek li gel bêdengiya navneteweyî pêk tê, ku guhê xwe li daxwazên domdar ên zextkirina li dewleta Tirk û sînordanîna ji sûcên ku dikevin asta sûcên şer, digire.”

393 CARAN BAKURÊ EFRÎNÊ DANE BER TOPAN

Di raporê de her wiha binpêkirina peymana herêma bêçek û berdewamkirina topbarankirina herêmên gundewarê Efrînê û Bakurê Helebê hatin belgekirin û ev agahî hatin parvekirin: “Dewleta Tirk 565 caran peymana 17`ê Cotemha 2019`an li ser dirêjahiya xeta herêma bêçek, binpê kiriye. Her wiha 393 caran li herêmên gundewarê Efrînê û bakurê Helebê topbaran kiriye û li Efrînê bi rêya teqîn û hedefgirtrinan 65 kes kuştine û birîndar kirine. Her wiha 63 sivîl li Efrînê revandine.”

LI QADÊN DAGIRKIRÎ BÊ NAVBER SÛC TÊN KIRIN

Di raporê de hate destnîşankirin ku teqîn, bûyerên hedefgirtinê, tevlîhevî û kuştina sivîlan li ser sînor ji aliyê parêzvanên sînor ên Tirk ve li herêmên serweriya hêzên Tirkiyê, Cebhet El-Nusra û komên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin. Navenda Çavdêriya Leşkerî di Hezîranê de 13 bûyerên destdirêjî û teqîn, şer belge kir, ji wan 21 bûyerên kuştin û birîndarkirinê ne.

DI ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê DE 23 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Navendê di rapora xwe de ragihand ku çeteyên DAÎŞ`ê û şaneyên terorîst di Hezîranê de li herêmên cuda rêze êriş pêk anîne û wiha got: “Navenda Çavdêriya Leşkerî di Hezîranê de 11 êriş (teqîn, hedefgirtin, revandin, kuştin) piraniya wan li Dêra Zorê, belge kir. Di encaman wan êrişan de 23 kes ji sivîlan û hêzên ewlekariyê û leşkerî hatin kuştin û birîndar bûn.”

LI KAMPA HOLÊ 8 KES HATIN QETILKIRIN

Di dewama raporê de wiha hate gotin: “Şaneyên DAÎŞ`ê tevgera xwe li kampa Holê dewam kir û bûyerên din ên kuştinê li dijî şêniyên kampê yên dûrî fikirên wan ên radîkal, pêk anîn."

Navenda Çavdêriya Leşkerî di Hezîranê de kuştina 8 kesan ji nasnameyên Sûriye û Iraqê û birîndarkirina jineke Rûsî, belge kir.

57 DAÎŞ'Î HATIN GIRTIN

Her wiha hewldanên derketina ji kampa Holê bi rêya qaçaxtiyê dewam dikin. Navenda Çavdêriya Leşkerî girtina 42 jin û mêr û 43 zarokên ji nasnameyên cuda, belge kir.

Navendê di rapora xwe de behsa operasyonên ewlehiyê yên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên DAÎŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, kir û wiha got: “Operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên terorîst ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevger, dewam dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) pabendî peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildrî têkoşîna li dijî terorê ne. 57 endamên şaneyên terorîst girtin ku destê wan di bûyerên kuştinê, qaçaxkirina çekan, veguhestina agahiyan û propagandeya DAÎŞ`ê, plankirina çalakiyên terorîst li dijî sivîlan û hêzên leşkerî û ewlekariyê û hêsankirina tevgera şaneyan de hebû. Navenda Çavdêriya Leşkerî girtina terorîst û endamên şaneyên DAIŞ`ê û kesên ji bo edaletê dihatin xwestin, belge kir.”

Navenda Çavdêriya Leşkerî di rapora xwe ya têkildarî meha Hezîranê de piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk di Hezîranê de 55 zarok ji tevlîbûna xizmetê leşkerî û hêzên çekdar dûr xistin û ew ji xwediyên wan re vegerandin.