Rêveberiya Xweser: Divê Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyê jiyanê ye û got, "Em bang dikin ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê û dorpêçiya li ser herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, bi armanca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyeyê û gelê wê gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên xwe ku di heman demê de parçeyekî xaka Sûriyeyê ne, parastin.

Lê belê hin alî vê herêmê wekî herêmeke cuda ji Sûriyeyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyeyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike. Gelê herêmê tu caran xwe ji derveyî Sûriyeyê nehisbandiye."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dorpêç jî çekeke û li dijî gelên herêmê hate bikaranîn û wiha dewam kir: "Li kêleka êriş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gelê me hate bikaranîn. Piştî ku şerê li Sûriyeyê gurtir bû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramiya ewlehiyê parastî bû. Ji ber wê yekê ji parêzgehên din ên Sûriyeyê pêlên koçberiyê ber bi herêmê ve dest pê kirin. Di encamê de hejmara niştecihên herêmê zêdetir bû. Piştî têkbirina rêxistina DAÎŞ'ê ya terorîst, herêmên rizgarkirî yên girêdayî Rêveberiya Xweser berfirehtir bûn û bi vekirina kampên ku bi deh hezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû aliyan ve rewşa mirovî zehmet e. Nexasim piştî êrişên dawîn yên dewleta Tirk a dagirker. Hebûna 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser û berdewama dorpêça li ser herêmê nîşaneyên encamên xirab di aliyê rewşa mirovî de dide.

Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî hewldanên mezin da, ji ber ku rewşa mirovî ji rewşên din cuda ye û yek ji berpirsiyariyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ye. Lê belê bersivdayîneke rasteqîn pêk nehat."

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bike û piştrast kir ku dergeha Til Koçer rêyeke sereke ya jiyanê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Dergeha Til Koçer (El-Yerûbiyê) ji bo herêmê rêyeke sereke ya jiyanê ye. Biryara girtina wê bi vetoya Rûsya û Çînê di 8`ê Hezîrana 2020`an de hate kirin. Ew yek wekî piştgirîdayîna siyasetên dorpêça li dijî gelê herêmê bû. Ew biryar wekî gefeke din bû li ser destketiyên ku gelê me bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bi dest xistine bû.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer wê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike."