Mihemed Xelîl Elî li Şehba jiyana xwe ji dest da

Kedkar û welatparêzê Tevgera Azadiya Kurd Mihemed Xelîl Elî, ji ber nexweşiya kezebê li Şehbayê jiyana xwe ji des da.

Kedkar û welatparêz Mihemed Xelîl Elî ji ber nexweşiya kezebê di temenê xwe yê 79 salî de li nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Xelîl Elî bavê şehîd Welat Hec Xelîl e, sala 1942'yan li gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ji dayik bû û li bajarê Helebê mezin dibe, piştî aloziya Sûriyê careke din li gundê xwe yê li Racoyê vedigere.

Mihemed Elî sala 1982'yan de Tevgera  Azadiya Kurdistanê nas kir û gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Sûriyê û Lubnanê re civiyane.

Mihemed Elî di xebatê "Cebhewî" de xebitî û mala wî ji kadroyên tevgerê re vekirî bû. Rêberê Gelê Kurd Ocalan dema li Helebê bû civîn li mala wî lidar xistin.

Kurê Xelîl Mihemed Elî, Welat sala 1995'an di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Qendîl de şehîd bû.