Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Karemûs bi rêya Skype tevlî Komxebata KNK-Rojava ya bi dirûşma "Bi yekîtiya nîştimanî em ê dagirkeriyê tine bikin û rê li şerê navxweyî bigirin" bû.
Karamûs di destpêka axaftina xwe de komxebat pîroz kir û spasiya hemû kesên ku beşdarî komxebatê bûne kir.
Karamûs destnîşan kir ku komxebat di pêvajoyeke gelek hesas de pêk hatiye ku êrîşên dagirkeriyê li ser gelê Kurd tên kirin, diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û bi salane ku êrişî Rojava jî dike.
Karamûs piştrast kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê van êrişan pêk tîne, ji ber wê bang li hemû hêz û civaka Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek û li ber xwe bidin. Karamûs wiha domand: “Divê helwestek hevgirtî bê nîşandan ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.”
Her wiha Karamûs da xuyakirin heke rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk neyê girtin, wê Kurdistan bi giştî bi xetereyê re rû bi rû bimîne û bang kir ku stratejiyeke hevbeş a Kurdan were dayîn û divê hemû xwedî li vê stratejiyê derkevin.
Karamûs anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker heta niha di encama berxwedana destanî ya şervanên azadiyê de ti encamên ber bi çav bi dest nexistine û divê hemû piştgiriya vê berxwedanê bikin.
Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs di dawiyê de got: “Ji bilî yekitiya nîştimanî ti vebijark li pêşiya me tine ye. Ji bo ku em destkeftiyên hatine bidestxistin û vê kongreyê biparêzin. Em hêvî dikin ku hêz, rêxistinên siyasî û sivîl di vî warî de piştgiriya me bikin.”